Artêşa Lubnanê dest bi dewrgirtina wargeha penaberên Fîlîstînê kir

Artêşa Lubnanê dest bi dewrgirtina hin noqteyên têketina deriyê Wargeha Penaberên Fîlîstînî ya Beddavî ku li bakurê welat e, kir.

Yekîneyên artêşa Lubnanê dest bi dewrgirtina ofîsên Tevgera Întîfada-Fetîh a têketina deriyê Kampa Penaberên Fîlîstînî ya Beddavî kir. Hat ragihandin ku dewrgirtin di çarçoveya plana ku hemû têketin û derketina wargehê ji hêla dewleta Lubnanê ve bê kontrolkirin, pêk hatiye.

Întîfada-Fetîh a ku di sala 1983’yan de ji El-Fetîhê veqetiya, di nav komên çekdar ên Filistînî ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) de cih digire.

Hikûmeta Lubnanê qonaxa yekemîn a bêçekkirina komên çekdar ên li wargehên penaberên Fîlîstînî ji sala 2025’an dest pê kiribû.

Bi vê planê tê armanckirin ku dewlet welat li seranserê welat bibe xwedî erka xwediyê çekan û ev yek parçeyek stratejiya ewlehiyê ye.

Di çarçoveya vê pêvajoyê de beşek mezin a çekên komên girêdayî FKO yên li wargehan hatine komkirin, bêçekkirina Hamas û komên din ên nêzîkî “mihwera berxwedanê" hîn temam nebûye.

Her wiha li Lubnanê pêvajoya bêçekkirina Hizbullahê ji ber pevçûnên ji 2’yê Adarê ve di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dest pê kirine, rawestiya ye. Beriya niha, artêşa Lubnanê ragihandibû ku hewldanên bêçekkirinê yên li başûrê Çemê Lîtanî bi piranî temam bûye.